Bîranîgeha Niştimanî ya Barzanî

Bîranîngeha Niştimanî ya Barzanî saziyeke çandî ye li Herêma Kurdistana Iraqê ku ji bo bîranîna ruhê pakê Mistefa Barzanî, sembola tevgera berxwedana Kurdan e. Li gorî nêrîna Mistefa Barzanî ji bo Kurdistaneke yekgirtî, BNM rêzê li hemû rêberên Kurd digre ku ji bo armanca azadîya herdemî xebat kirine têkoşîne. BNM saziyeke çandî ye ku armanca wê hişyarkirina civaka Kurdistanê ye ku di çi riyekê de derbas bûne û çawa gihiştiye roja îro. Herwiha bîrdariyeke ji bo nifşên Kurdistanê ku bav û kalên wan çawa ji bo bidestxistina mafên wan çi êş û zehmetî kişandine û niha nifşên li pey wan dikarin bê tirs seredana saziyeke wiha bikin.

Nêrîn

Ji bo berçavkirina çîroka rastîn a tepeserkirina gelê Kurd, ku çawa ji bo mayîna xwe rastî dijbertiyan bûne û di heman demê zindî hiştina hewldana kesên berxwedêr e.

Armanc

 Armanca BNM’ê perwerde kirin û nirxdariya nifşên niha û yên paşerojê ye, tevî derxistina azarên netewa Kurd li kêleka tevgera Barzanî û berdewamiya hewlên ji bo yasayên bi hevre jiyan, mafên kêmnetewan û parastina xwezayê.

Beşên BNM’ê

Mûzexaneya Bîranîngeha Niştimanî ya Barzanî yek ji mûzexaneyên berfireh û cihêreng e. Ev sazî hewl dide cihê rezamendiya ziyaretvanan be. Yek ji taybetmendiyên wê ev e ku li derve xwedî qadek mezin e ku ji bo organîze kirina çalakiyên çandî guncan e. Ev meydana mezin xwedî atmosferek pir aram e, ku bedewiya xwezayî ya deverê nîşan dide. Mûzexane ziyertvanan ber bi rêwîtiyek ron û ber bi paşerojê ve dibe ku gelek çîrokan ji bo me ronî dike. Di bîranîbngehê de odeyeke şanoyê heye ku bi rêka belgefîlmeke kurt dîroka Barzanî nîşan dide, Herwiha galeriyek ku berhemên wênesazên navdar ên herêmê nîşan dide. BNM di heman demê de salona civînê û çend odeyên semîneran ji bo her cûre konferans û semîneran jî vedihewîne. Û yek ji armancên wê bedrest kirina çavkaniyên berfireh ji bo lêkolîner û xwendevanên zanyarî xwaz e. BNM’ê pirtûkxaneyek heye ku tê de hejmareke ber bi çav a pirtûk û belgeyan hene. Ji bo kesên ku nikarin serdeana pirtûkxaneyê bikin û bi rêka teknolojiyê kar dikin, dikarin bi rêya pirtûkxaneya elektronîkî bigihîjin çavkaniyan. Gelek odeyên civînê yên piçûk û mezin, cihê bêhnvedanê û kafeteryayek mezin ku cihê vehewiyana 300 kesan e heye. Û ev sazî dikare helkeftên cuda li gorî dilê we li dar bixe.