Bîranîgeha Niştimanî ya Barzanî

Bixêr hatin bo Bîranîgeha Niştimanî ya Barzanî, silav û rêz ji bo rêberê efsanewî û sembola tevgera berxwedanê û bavê neteweya Kurdan Mistefa Barzanî. Ev bîranîngeh ji bo bîranîna wî ruhê pîroze ku canê xwe kire qurbanî azadiya ax û civaka Kurdistanê. Bîranîngeha Niştimanî ya Barzanî (BNM) dixwaze bibe navenda zanyarî û lêkolînê da ku nifşê nû êş û azarên nifşê berê ji bîr nekin. Bîranîngeh emanet nameyeke ku îmajê bi mayîna gelê kurd dike û nameyeke berdewam a bihevre jiyan û aştiyê nîşan dide. Ziyaretvan û nivîskar ji xeynî e-pirtûkxaneyek ku li her devera cîhanê li ber dest e dikarin mifayê ji çavkaniyên fîzîkî yên di pirtûkxane û mûzexaneyê de jî werbigirin. Di heman demê de BNM ê cîhekî taybet ji bo semîner, konferans û pêşangehan desteber kiriye. Ziyaretkar dikarin gerekê di dîrokê de bikin û ji bedewî û nûjeniya bîranîngehê, ku behsa serketina berxwedana bi sedan salan a kurdan radixe ber çavan û di encamê de azadî bi xwe re aniye, kêfxweş dibin.

Sê qubeyên Bîranîngeha Niştimanî ya Barzanî sembolên pêkve jiyanê ne
Mezela Mistefa Barzanî û kurê wî Idrîs Barzanî

Mezela Mistefa Barzanî kuli ser daxwaza wî weke gora hevalên wî yên pêşmerge bê navnîşan maye, pêşmergeyên ku giyanê xwe yê pîroz ji bo bidestxistina mafên seretayî yên gelê kurd pêşkêş kirin. Herwiha Idrîs Barzanî li kêleka mezela bavê xwe hatiye veşartin ku ew jî mezeleke sade û bê nav û nîşan e.

Şêx Ebdulselam (1874 - 1914)

Pêşengê tevgera azadiya gelê Kurd bû. Şêx Ebdulselam rêberekî hizir vekirî bû, û tevgera xwe li ser çend bingehan damezrand, ku lêborîn, bihevrejiyana aştiyane, parastina jîngehê û parastina mafên kêmneteweyan bû. Rêwîtiya wî heta dema bidarvekirina ji aliyê Osmaniyan ve di sala 1914'an de berdewam kir.

Şêx Ehmed - Xudan (1896 - 1969)

Cîgirê serkeftiyê birayê xwe bû, li pey baweriya birayê xwe, di gelek bûyerên cîhanî de wek şerên cîhanê de pêşengiya tevgera Barzanî kir. Ji hêla şagird û pey ketiyên xwe ve gelek rêzdar û mezin bû û hînkariyên wî di serdema wî û nifşên piştî wî de jî dengvedanên mezin bi xwe re anî. Li herêma Barzan hemû bingehên tevgera Barzan zindî mane.

Mistefa Barzanî (1903 - 1979)

Serkirdeyekî ku ji bo di warên cuda de li şûna birayê xwe pêşengtiyê bike erêkirina birayê xwe yê meizn Şêx Ehmed hebû. Piştre jî pêşengiya mezintirîn tevgera neteweyî ya Kurd û Kurdistanê kir.

Navnîşan

Bîranîngeha Niştimaniya Barzanî

Gundê Barzan

Qeza Mêrgesor, Parêzgeha Hewlêrê

Hikûmeta Herêma Kurdistanê – Iraq

Peywendî

Mobile: +964 (0) 750 444 0061
Email: info@bnm.krd